Çarenivîsa girtiyek siyasî li girtîgeha bajarê Nexedeyê nediyar e

12:28 - 25 Çirriya pêşîn 2020

Girtiyek siyasî yê bi navê “Seyîd Mihemed Husênî” xelkê bajarê Nexedeyê, bo heyama 33 mehan çarenivîsa wî di girtîgeha wî bajarî de nediyar e.

Pêka çavkaniyeke agehdar li dosyeya wî girtiyê siyasî bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew girtiyê siyasî meha Pûşpera îsal bo yekem car di heyama binçavkirina xwe de, bi tohmeta “Muharbe” li dadgeha Înqilab a bajarê Mehabadê bi serokatiya dadwer “Xulamî” hate dadgehîkirin û heta niha ti cezayek bo wî nehatiye diyarî kirin. 

Ew girtiyê siyasî berê endamê yek ji “Partiyên opozîsyon yên hikûmeta Îranê” bûye û piştî zivirîna wî bo Îranê di rêkevta 19ê Befranbar a sal 1396an, ji aliyê hêzên ewlehî ve tê binçavkirin û ji wê demê heta niha li girtîgeha Nexedeyê çarenivîsa wî nediyar e. 

Seyîd Mihemed Husênî di heyama binçavkirina xwe de li mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.