Çarenivîsa du wilatiyên Kurd nediyare

12:44 - 19 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: çarenivîsa du wilatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mihabadê ku çend rojan berî niha ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê hatibûn girtin, nediyare.

Li gor nûçeya ku gihîştiya navenda nûçeyan a Kurdpa,ê:çend rojan berî niha hêzên Îttlatî ên Îranlê li bajarê Mihabadê diçine gundê “Îndir Qaş”ê û êrişî ser mala wilatiyek Kurd ê bi navê “Rehîm Dervîşî” dikin û li gel kurê wî ê bi navê Diyako Dervîşî dest bi ser dikin û jibo ciheke nediyar hatiye vegohastin.
Kesk nêz ji malbata Dervîşî bi nûçegihanê Kurdpa,ê got:hêzên Îttlatî serbarî geriyana mala wan wilatiyan, dest danine ser Kampiyotêr û hejimarek ji kel û pelên take kesî ên Diyako dervîşî.

Heta çaxê bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser cihê girtina wan û sedema girtina wan li berdest da niye.