Çarenivîsa du welatiyên Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de nerohn e

19:00 - 31 Adar 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Enwer Çalişî”, xelkê gundê “Lorzine” û “Kamîl Seydan Mesken (Cebarwend)”, xelkê gundê “Çiryava” yên ser bi devera Mergewer, çarenivîsa wan di girtîgeha bajarê Urmiyê de nerohn e.

Ew du welatiyên Kurd roja Duşemî 20`ê Rêbendana sala 1399an, li taya 6 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê tohmeta wan hate eşkerekirin û bi “endambûn di yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, hatine cezadan.

Roja Çarşemî 12`ê Sermaweza sala 1399an, ew du welatiyane tevî welatiyek din yê bi navê “Mûsa Alûsî”, xelkê gundê Welindeya Serê yê ser bi bexşa navendî a bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin.

Piştî binçavkirina wan sê welatiyan, Biryargeha Hemze bi belavkirina daxuyaniyekê, ew bi tometa “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” dabûne nasîn.

Roja Pênşemî 25`ê Befranbara sala1399an, Enwer Çalişî, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, 6 roj berî veguhastinê bo benda girtiyên siyasî, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha “El-Mehdî” ya bajarê Urmiyê, bo benda qerentîne ya girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

Herwisa Kamîl Seydan Mesken (Cebarwend), roja Şemî 18`ê Rêbendana sala 1399an, piştî bi dawîhatina lipêrsînê, ji girtîgeha El-Mehdî a bajarê Urmiyê, bo benda qerentîne ya girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

Mûsa Alûsî piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê bi danîna barimteyê ji girtîgeha El-Mehdî a bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.