Çarenivîsa Du Çalakên Sivîl Ên Bajarê Bokanê Neron E

13:41 - 12 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Du çalakên bajarê Bokanê ku zêdetir ji mehekê ye ji aliyê hêzên ewlekarî ên Îranê ve hatine destbiserkirin, di çarenivîsek neron de ne.

Ligor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Bokanê, du çalakên sivîl bi navên Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî ku roja 11.10.2011-an ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî hatibûn destbiserkirin, heta niha jî di çarenivîsek ne ron de ne.

Malbatên Qasim û Rehîm ragihandine ku bi armanca dîtina zarokên xwe çendîn carans erdan îdareya Îtilaatê kirine, lê ji aliyê berpirsan ve îzna dîtina wan bi me nehatiye dan.

Herwiha berpirsên Îdareya Îtilaatê rê nedane ku du çalakên girtî ji xwe re parêzer bigirin.

Qasim Rehîmî Azer û Celal Nasirî çend rojan piştî destbiserbûnê ji Îdareya Îtilaata bajrê Bokanê bo girtîgeha Îtilaata bajarê Mehabadê hatine veguhsstin.