Çarenivîsa 3’ê endamên girtî yê malabatek Kurd diyar niye

12:42 - 17 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê endamên malbatek xelkê bajarê Dêulanê ku di zîndana bajarê Qûrwê de hatine ragirtin,li rewşek nediyar de jiyanê dibene ser.

Sebah, Sîrwan û Şîrzad Husênpenahî 3’ê endamên destbiser kirî yê malbateke xelkê bajarê Dêulanê,ku ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin,heta niha nediyare.

Sebah Husênpenahî ku roja 16’ê Hezîrana sala 2012’an ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin û piştî çed mehan girtinê li jûra takekesî de,ji aliyê Serdozgeriya Şoreş a bajarê Sinê bi 6 mehan zîndana tezîrî hat mehkûm kirin û piştî pitir ji 3’ê mehan ji tevaw kirina hûkmê xwe, bi biryara rasterast a Îdareya Îttlat li zîndanê de hatiye ragirtin û heya niha çarenivîsa vî rûn nine.

Her wisa Sîrwan Husênpenahî ku roja Çarşem berwar 9’ê Çileya Paşîn a Îsal ji aliyê hêzên Îttlatî li gundê “Qûruçay”a ser bi herêma Dêulanê hat girtin,piştî 50 rojan ji destbiser kirinê ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê Sinê bo zîndana Navendî a bajarê Qûrwê hatiye veguhastin.

Sîrwan Husênpenahî, hestiyên vî bi xurtî tûşî êşê hatine û ji aliyê karbidestên zîndanê tu girîngiyek pê nahê dayîn.

Ji aliyek din Şêrzad Husênpenahî ku roja 30’ê Çileya Paşîn a 2012’an li gundê “Qûruçay”hatibû girtin,piştî mehekê ji girtinê ji Îdareya Îttalt a bajarê Sinê bo zîndana bajarê Qûrwê hatibû veguhastin,heya niha rewşa vî nediyare.