Çarenivîsa 2 Çalakên Girtî ên Xwendekarî ne Rohn e

16:23 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: 2 Çalakên Girtî ên Xwendekarî ên Merîwanê ku hilefta 17’ê pûşpertê hatibûn binçavkirin, Çarenivîsa wan ne Eşkere e.

Pêka Rapora Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Ubeyd Zarêî û Elî Tase ev 2 Çalakên Girtî ên Xwendekarî ên Merîwanê ne ku hilefta 17’ê pûşpertê ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve hatibûn binçavkirin û heya niha Izna Hevdîtina bi Malbatê re bi wan nehatiye dayîn.
\"5384.jpg\"
Heya niha binçavkirina wan 2 Çalakên Xwendekarî ji aliyê Navendên Ewlehî û Dadweriye Îranê ve nehatiye ragihandin.

Piştî dest bi serkirina wan, dest bi ser Keysên Kampyûterên wan de hatiye girtin û Kafî Neta Roj ku a wan bû, hat daxistin.

Ne Rohiya Çarenivîsa wan 2 Çalakên Xwendekarî bûye sedema nîgeraniya Malbatên wan.