Çarenivîsa 16’e çalakên Xwendekarî û Mesebî yên Kurd nexuyaye

13:43 - 27 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: 16 kes ji çalakên xwendekarî û mesebî yên Kurd dinava girtîgehên Komara Îsalamiya Îranê de rewşa wan nexuyaye û heya niha girtina tu kes ji wan ji aliyê medyaya Kurdî nehatiye bas kirin.

Li gor zaniyariyên gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, hejimarek berçav ji çalakên xwendekarî û Mesebî yên Kurd di nava girtîgehên Komara Îslamiya Îranê de li çarenivîsek nediyar de jiyanê dibene ser û heya niha ji aliyê dezgeha dadverî ya Komara Îslamiya Îranê nehatine dadgehî kirin.

nave wan 16 kesan ku hemû di heyamê sala bihurî de ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin, navbirîne ji:
1 Adil Xulamî xelkê bajarê Qurwê, kurê Elî Murad û Mihendisê Mîkanîk
2 Osman Radbûrî xelkê Pawê,kurê Behram û Mohendisê Werzêriyê
3 Eyub Îbrahîmzade xelkê Bajarê Serdeştê,kurê Husên û Mihendisê Berq(Cêyarn)
4 Hemîd Rizazade xelkê bajarê Serdeştê, kurê Hidayet û Mihendisê Malçêkirinê
5 Yosif Salihzade xelkê bajarê Serdeştê, kurê Mehmûd û Lîsansa Hisabdariyê
6 Murteza Emînî xelkê bajarê Nexede, kurê Kazim û Lîsansa Bêhdaştê
7 Meaz Hekîmî xelkê bajarê Pawê , kurê Ebdullkerîm û Masterê Maf
8 Ebas Êbadî xelkê bajarê Tîkabê ,kurê Ebdulla û karnasê çavkaniyên jê Erdî
9 Mêhdî Seyêdî xelkê bajarê Tîkabê, kurê Mihemed û Lîsansa zimanê Êngilîsî
10 Husên Hêdayetî xelkê bajarê Bokanê , kurê Îbrahîm û Lîsansa wêjeya Erebî
11 Nemet Azadîxwaz xelkê bajarê Şinoyê,kurê Xalid û Lîsansa perwerdeya Mamostatiyê
12 Ebdulwahîd Merûfzade xelkê bajarê Şinoyê,kurê Resûl û Lîsansa Fîzîk
13 Miehemd Ehmedî xelk bajarê Bokanê ,kurê Ebdulla û Lîsansa Amar
14 Kamiran Husênî xelkê bajarê Bokanê,kurê Resûl û karnasê Rîyaziyat
15 Îsmaîl Ateşxord xelkê bajarê Bokanê, kurê Elî Mihemed û Lîsansa Amar
16 Nasih Pîrxizrî xelkê bajarê Pîranşehrê,kurê Ehemd û karnasê Kompiyotêrê

Hêjayê basêye ku salane bi deyan çalakên xwendekarî,Siyasî û Mesebî yên Kurd jialiyê hêzên ewlekariya Komara Îslamiya Îranê têne girtin û seva nebûna azadiya çapemeniyê,rewşa ewlekariyê li Kurdistana Îranê, tu yek ji wan girtinane ji aliyê medyayan nahê bilav kirin û bi weşartî dimînin.