Çaremîn pirtûk li ser fîlm û sînemaya Behmen Qubadî hate belavkirin

15:23 - 14 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Çarem pirtûk bi navê “Behmen Qubadî û sînema” li ser fîlm û sînemaya Behmen Qubadî ji aliyê dezgeha çap a “Evêsta” ve hate belavkirin.

Li gora nûçeya ku gihaye nûçegihaniya Kurdpa, Çarem pirtûk bi navê Behmen Qubadî û sînema li ser fîlm û sînemaya Behmen Qubadî ji aliyê dezgeha çap a “Evêsta” ve bi her du zimanên Kurdî û Tirkî hate çap û belavkirin, ku ji aliyê Nîhad Nûyan ve hatiye nivîsandin.

Ew pirtûk herwisa wê bi zimanê Almanî jî bê wergerandin.

\"29779.jpg\"
Her di vê derheqê de pêştir jî sl pirtûk bi zimanê Tirkî li Tirkiyê hatibûn çap û belavkirin.

Behmen Qubadî sînemakarê Kurd di sala 1969’an de li bajarê bane de ji dayîk bûye, û di zanîngeha Tehranê de di beşa sînemayê de ders xwendiye.

Qubadî piştî çêkirina fîlma sînemayî a “demek ji bo mestiya hespan”, karî navdar bibe, û heya niha di çendîn festîvalên navdewletî ên fîlman de kariye xelatan bi dest bixe.