Cardin şaşiyeke pizişkî jiyana kesekî jê stand

22:04 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Zarokekî temen 10 salî xelkê bajarê Sinê bi lêdana derziya şaş jiyana xwe ji dest da.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, roja Şemiyê 9’ê Gelawêjê zarokekî temen 10 salî bi navê “Persam Ezîzî” xelkê bajarê Sinê, bi lêdana derziyê jiyana xwe ji dest da.

Ew zarokê 10 salî li nexweşxaneya Bê’setê li bajarê Sinê , li ser bgiryara pizişkê vê nexweşxanê, paş lêdana derziya dîgzamêtazonê, bêhiş dibe, û roja Şemiyê di beşa “ISU” de tê ragirtin, lê jiyana xwe ji dest dide.

Hêjayî basê ye ku hêşta jî sedema canjidestdayîna vî zarokî bi sedema “xemsariya pizişkî” nehatiye piştrastkirin.

Di vê derheqê de, zankoya zanistên pizişkî ya parêzgeha Sine, derheq bi mirina cihê gumanê ya vî zarokî, daxuyaniyeke 6 xalî belav kiriye.

Di xala duyem ya vê daxuyaniyê de hatiye: Malbata vî zarokî, berî anîna kurê xwe bo nexweşxanê, şûşeyek dermanê giyayî ê xwezayî danê, û sedema bêhişbûna vî zarokî jî ew e.

Xwedîhizr, li ser vê baweriyê ne ku nebûna kadrê şareza û pispor ê pizişkî û dermanî û karê bê qas ê pizişkan û zêdebûna hejmara nexweşan, ji sedemên zêdebûna şaşiyên pizişkî ne.

Li gora yasayê, hekî xemsariya dukturan bibe sedema zirara canî bo kesê nexweş, dibe diyeya wê bide.