Çar welatiyên xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

17:06 - 2 Adar 2021

Roja Yekşemî 10`ê Reşeme, çar welatiyên Kurd yên bi navên “Madîh Mihyedînî”, “Arman Şîrzad”, “Rojgar Ferqîzade” û “Mihemedsalih Gûderzî”, xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî, ew çar welatî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçav kirine û ji çarenivîsa wan ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser wan welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.