Çar partiyên Rojavayê Kurdistanê yekîtiyeke siyasî ava kirin

12:37 - 8 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Çar partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê yekîtiyeke siyasî dirust dikin. Bi dîtina serkirdeyê partiyekê ji van partiyan jî, ev yekîtî nûnertiya ji sedî 70ê kolana kurdî dike.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), ku di sala 1957ê de hatiye damezrandin û Dr. Hekîm Beşar serokayetiya wê dike, Partiya Yekîtî ya Kurd, ku di sala 2000î de hatiye damezrandin û Îsmaîl Heme serokayetiya wê dike, herwiha herdu baskên Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê bi serokayetiya Mistefa Osê û Mistefa Cuma, roja 30.11.2012ê li bajarê Hewlêrê yekîtiyek bi navê “Yekîtiya Siyasî ya Demokratî ya Kurd / Sûriyê” ragihandin.

Îsmaîl Heme derbarê ramana wê yekîtiya siyasî de ji Rûdawê re ragihand: \"Pirrbûna hejmara partiyên siyasî di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de proseya çalakbûna ENKSê bi paş xistiye. Bi vê pêngavê em hewl didin partiyên din jî çav li me bikin, di vê qonaxê de çiqasî hejmara partiyan kêmtir bibe ewqasî bo Kurdan baş e. Hevgirtina siyasî di navbera me de pêngaveke demkî ye bo dirustkirina partiyeke siyasî ya nû.\"

Ew herçar partî jî endamên ENKSê ne. Lewma bi baweriya hinek partiyên siyasî yên nav ENKSê, ew yekîtî destpêkeke bo hilweşandina ENKSê. Cîgirê sekreterê Partiya Wîfaqa Kurd li Sûriyê, Telal Mihemed, ji Rûdawê re ragihand: \"Ez dilgiran im ji dirustkirina wê yekîtiyê, ditirsim bibe cihê dirustkirina nakokiyê di nav ENKSê de.\" Lê bi dîtina Îsmaîl Heme, ew yekîtî rola ENKSê di aliyê siyasî de xurtir dike: \"Ew yekîtî rola ENKSê qels nake, berevajî wê bi bandor dike. Ji ber ku ti partiyeke Rojavayê Kurdistanê bi pêkhate û awayê xwe yê îro nikare di qada îro ya siyasî de bi bandor be.\"

Mistefa Osê jî red kir ku ew yekîtî gef be li ser ENKSê û got: \"Ew yekîtî hewldaneke bo dirustkirina partiyeke siyasî ya mezin, ev qonax gellekî hestyar e, eger partiyên bihêz nebin, emê bi destên vala jê bêne der.\" Kevintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ye, ku di sala 1970î de bû du parçe û li ser aliyê çep û rast dabeş bû, êdî jê bi şûn de parçebûna partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê bû diyarde, ku her di nav ENKSê de jî hebû. Di saleke temenê ENKSê de, sê partiyên nav ENKSê parçe bûn. Lewma jî baweriya hinek kes û partiyan bi hevgirtinê nîne û bi dîtina wan hewldana van 4 partiyan jî tenê bo armancên partîzanî û taybet e.

Hesen Mecîd (24) xwendekarê kolêja edebiyatê li zanîngeha Selahedînê ye û ji Qamişloyê ye, ew dibêje: \"Ez ti cudahiyeke hizrî ya cidî di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de nabînim, cudabûn bûye nexweşiyeke demdirêj a siyasetmedarên me. Lewma gava dibêjin 4 partî dibin yek, ji min re wek pêkenokeke siyasî ye.\"

Bi dîtina Telal Mihemed jî: \"Ew yekîtî yekîtiyeke lawaz dibe û çend mehan bo berjewendiyên partîzanî û taybet berdewam dibe. Hewl didin bo berjewendiyên partîzanî sûdê ji Herêma Kurdistanê bibînin, sûdê ji piştgiriya diravî û lojistîkî bibînin, pirr dijwar e ku bibin partiyek. Bawer dikim ne ku her çar lê du ji wan jî nikarin bibin yek.\"

´Bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê tê kirin`

Partiya Azadî ya Kurd û El-Partî ji hemû partiyên din ên nav ENKSê bêhtir nakokiyên wan ligel PYD û EGRKê hene ku nêzîkî PKKê ne. Dibe jî ku ew hevgirtina siyasî wek hewldanekê be bo yekalîkirina hevrikiyê di aliyê siyasî de. Lê Îsmaîl Heme vê yekê înkar dike û ji PYDê daxwaz dike bi erênî li vê pêngavê binêre.

Digel vê yekê jî gotgot hene ku ew yekîtî bi çavdêriya Herêma Kurdistanê û bi rênîşana wan hatiye dirustkirin. Bi dîtina sekreterê Partiya Azadî, Mistefa Cuma, rewşa siyasî vê yekîtiyê li ser wan ferz dike, lê înkar nake ku serkirdayetiya kurd li Herêma Kurdistanê piştgiriya yekbûnên wiha dike: \"Xala erênî ya vê hevgirtinê ewe ku bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê tê kirin. \"

Derbarê sîstema serokayetiyê di nav wê yekîtiyê de, Cuma dibêje: \"Vêga ne xuya ye serokayetî bi dorê dibe yan kesek dibe serok. Lê bi dîtina min wisa baş e ku kesek bi lihevkirina hemûyan bibe serok. Her kes bi hêvî ye bibe serok. Eger derfetê bidin min, dikarim baştir serokayetiya wê civatê bikim, bawer dikim ji hemûyan bêhtir westiyame.\"

Bi baweriya Mistefa Cuma, ew yekbûna siyasî di navbera 4 partiyan de \"nûnertiya ji sedî 70yê civak û kolana kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike.\" Lê Cedan Yûsiv Elî yê nûnerê bizava reformê, ku serokê wan Feysel Yûsivê serokê ENKSê ye, dibêje: \"Hemû partiyên Rojava, ligel PYDê jî, nûnertiya ji sedî 70yê civaka kurdî nakin. Eger wiha bûye, rewşa Kurdan pirr ji niha baştir dibû.\"

Rûdaw