Çar kolberên Kurd li sînorê bajarê Serdeştê hatine birîndarkirin

17:59 - 7 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdanê, Çar kolberên Kurd yên bi navên “Hawbîr Îbrahîmî, Osman Salihî, Erselan Ebdullahî, û Îbrahîm Resûlî” bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Sederştê hatine birîndarkirin.

Ew çar kolberên Kurd di deveraq “Kanî Dînaran” a ser bi bajarê Serdeştê rastî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin.  

Ew çar kolberên Kurd bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Serdeştê hatine veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Şemî 17`ê Cozerdanê, hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê bûne amanca hêzên leşkerî yên hikûmetê û di encamê de kolberek bi navê “Omer Meslehetîferd” xelkê gundê “Bêloke” canê xwe ji dest da û du kolberên din yên bi navên “Omîd Kûşyar” xelkê devera Weznê û “Ebdulrehman Şayêqî” xelkê gundê Mîrava a ser bi bajarê Serdeştê hatine birîndarkirin.