Çar keç li bajarê Paweyê hatine binçavkirin

18:50 - 20 Îlon 2020

Roja Çarşemî 26`ê Xermananê, çar keç yên bi navên “Nergis Mihemedî , Behar Mihemedî , Nigîn Weyîsî, û Îlham Muradî” rûniştiyên gundê “Mîravlê “ a ser bi bexşa Bayingan a Paweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine biçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ew çar keçên Kurd bi bê hebûna belgeya yasayî binçav kirine, û piştre bo girtîgeha îtla`ata bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê ragehand, ew çar keçên Kurd, bi sûçê endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikumeta Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyarî li ser çarenivîsa wan keçan ji ber dest de nîne.