Çar hevwelatiyên Kurd ji bo dadgeha bajarê Seqizê hatine gazîkirin

16:01 - 18 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqizê, çar hevwelatiyên Kurd yên vî bajarî gazî kirin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, çar hevwelatiyên Kurd yên xelkên bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve hatine gazîkirin, û li gora vê biryara dadgehê, dibe ku ev çar hevwelatiyên Kurd îro Duşemî 28`ê Cozerdanê (18`ê Hezîranê) xwe ji bo dadgeha vî bajarî bidine naskirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, di bajarê Seqizê de, nasnameya van çar hevwelatiyên Kurd “Luqman Qureyşî”, “Elî Husêynî”, “Silêman Ebdî” û “Mihemed Ebdî” ragehandiye.

Li gora gotina vê çavkaniya haydar, dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê bi awayê fermî bi şandina “gazînameyê” ev çar hevwelatiyên Kurd ji bo dadgehê gazîkirine.

Di demên berê de jî ev çar hevwelatiyên Kurd, bi sedema beşdarîkirina di rêûresma newroz ya sala 96`an de di gundê “Ayçî” a girêdayî bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê hatibûne binçavkirin, û piştî çend rojan di girtîgehê de hatibûne azadkirin.

“Silêman Ebdî” çalakvanê medenî û mamostayê hunerên ciwan yên fenî û hirfêyî yê bajarê Seqizê û “Mihemed Ebdî” jî mamostayê hunerê yê Pirtûkxaneyên bajarê Seqizê ye.

Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 23`ê Cozerdanê taya 101 ya dadgeha qezayî a giştî ya bajarê Seqizê, çalakvaneke din yê bi navê “Bextiyar Xoşnav” çalakvanê mafê mirovan û nûçegihanê nûçegihaniya “Mukriyanê” dadgehî kir.