Çar hevwelatiyên bajarê Pawe hatine destbiserkirin

20:11 - 27 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hifazeta Îtila`ata Spaha Pasdaran, çar hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Pawe di bajarê Merîwanê de destibiser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çar welatiyên xelkê bajarê Pawe yên bi navên “Aso Muradî, kurê Hesen, Areş Muradî, kurê Mihemedreşîd, Yûsif Ehmedî kurê Refîq, û Şayan Xalidî kurê Namdar”, ji aliyê Hifazeta Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Merîwanê ve, hatine destbiserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew çar xortên Kurd yên xelkê bajarê Pawe piştî destibiserkirinê, bo cihekî nediyar veguhastine û çarenivîsa van nezelal e.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Hifazeta Îtila`ata Spaha Pasdaran, ev çar xortên Kurd bi tawana hebûna pêwendiyên van digel partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê destibiser kirine.

Vê çavkaniyê pêdagîrî jî kiriye ku, tevî bidûreçûna malbatên van çar ciwanên Kurd, lê heya niha tu zanyariyek derheq çarenivîsa van ber dest tuneye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ev çar welatiyên Kurd di girtîgeha hêzên îtila`atê de ne, û pêdagîriya malbatên van derheq zelalkirina çarenivîsa zarokên xwe berdewam dike.