Çar gundên Kurdistana Îranê wekî ogirên pirtûkê hatin nasîn

15:27 - 14 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakiya çandî ya pêwendîdar bi pirtûk û pirtûkxwendinê, gundeke derdora bajarê Mehabadê kire gundê hogirê pirtûkxwendinê di tewahiya Îranê de.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, gundê Daşxane ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê dawerên duyemîn festîvala gundên hogirê pirtûkxwendinê ve wekî gundê hilbijartî, hate destnîşankirin.

Di vê festîvalê de 10 gund wekî gundê herî baş hatin hilbijartin, û 10 gundên din jî lewha rêzgirtinê bi wna hate dayîn.

\"29777.jpg\"
Encamdana çalakiyên çandî ên taybetî, beşdariya xelkê, û hebûna endamên çalak ji mercên hilbijartina gundê hogirê pirtûkan hatiye ragehandin.

Pirtûkxaneya “Zanist” li gundê Daşxane bi hebûna 4 hezar bergênm pirtûkan, 132 endamên wê hene, û bi vê serkevtinê jî karî alavên hewce bi buhaya 40 milyon Tûmenî werbigre.

Gundê Rimîn li Sîstanû Belûçistanê de jî wekî yekem gund div î warî de xelat wergirt.

Sala borî jî, di yekemîn gera vê festival de, her du gundên “Îngîce” a Merîwanê û gundê “Gog tepe” a ser bi Mehabadê wekî hogirên pirtûkê hatibûn destnîşankirin.