Çar girtî li girtîgeha Recayîşehra bajarê Kerecê hatine îdamkirin

16:55 - 16 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 24`ê Sermawezê, cezaya îdamkirina çar girtiyan li girtîgeha Recayîşehra bajarê Kerecê ku bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibûne binçavkirin, hate cîbicîkirin.

Saziya mafê mirovî ya Îranê, nasnameya sê kes ji wan çar kesan bi navên “Hamid Mûsewî, Kûriş Mezahîrî, Davûd” ragihandiye.

Li gor wê çavkaniyê, roja Şemî ew çar girtiyane li bendên cuda yên girtîgeha Recayîşehra bajarê Kerecê, bo cîbicîkirina cezayê xwe, bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Cîbicîkirina cezaya wan çar girtiyan di demekê de ye ku heta niha ji aliyê mediyayên hikûmetî an ku çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.

Saziya mafê mirovî ya Îranê herwisa nivisiye: “Ji 267 kesên îdamî ku li sala 2020`an cezayê wan li Îranê hatiye cîbicîkirin, herî kêm 211 kes ji wan bi tohmeta kuştina bi zanebûn bûye”.