Car Din Du Kasibkarên Kurd Bûne Goriyê Reniyê

13:00 - 2 Şibat 2012
Kurdpa: Du welatiyên Kurd bi navên Îsmaîl û Rehîm Ehmedî, kurê Hacî Ebdulah û xelkê Şelamşê li pişt gundê Serşîw ya Serdeştê ketne bin reniyê û li encam de canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Serdeştê heta niha jî xelkê nekariye termê wan du kesan li jêr befrê bîne derê.

اend rojan beriya niha jî du kasibkarên din bi navên Hîwa Neqşbendî û Rehîm Emîdî, xelkê gundê Waşemezîn ya Serdeştê bûne goriyê reniya berfê û canê xwe ji dest dan.