Çar çalakvanên medenî bo girtîgeha bajarê Bokanê hatine veguhastin

18:16 - 31 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Çar çalakvanên edebî yên Kurd, piştî dawîhatina qonaxa lêkolîna wan li girtîgeha îdara îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 6`ê Xezelwerê, çar çalakvanên edebî yên Kurd yên bajarê Bokanê, bi navên  “Jaka îsma`îlpûr, Simko Me`irûfî , Humen Feyzî û Şaho Xizrî” , piştî dawîhatina qonaxa lêkolînê li girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatine veguhastin.

Ew çar çalakvanên Kurd yên bajarê Bokanê, piştî kombûna narizayetiyan bo piştevanîkirin li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û piştre bo lêkolîn kirinê bo girtîgeha îdareya îtila`at ya bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Hêzên îtila`atê li dema desteserkirina ew çar çalakvanên medenî yên kurd, destê bi vekolîna malên wan kirine.