Canjidestdayên nerizayetiyên meha Xermananê; “Mînû Mecîdî” li Kirmaşanê, canê xwe ji dest da

12:54 - 22 Îlon 2022

Piştî kombûna nerizayetî li hember kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”, roja Sêşemî 29ê Xermanana sala 1401an , welatiya Kurd a bi navê “Mînû Mecîdî” ya xelkê bajarê “Qesra Şîrîn”ê, di kombûna nerizayetiya derheq Kuştina “Jîna Emînî”, bi teqeya hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

Bi hejmarkirina vê haletê, heta niha rêjeya kuştiyan li bajarên Kurdistanê gihîştiye 7 kesan.

Amara kuştina nerizayetiyan a meha Xermanana sala 1401`an

Di 28ê Xermanana sala 1401`an a Rojî de- “Muhsên Mihemedî” kurê “Xelîfe Mesûdî” di kombûna nerizayetiya bajarê Dîwandereyê de bi sedema kûrahiya bîrînan di nexweşxaneya Sineyê de canê xwe ji dest da û bi sedema rêgiriya navendên ewlehî, termê wî welatîyî li demjimêr 3ê şevê 29`ê Xermananê bi axê hate spartin.

28ê Xermanana sala 1401`an a Rojî – “Riza Lotfî” di dema kombûna nerizayetî li bajarê Dêwolanê, bi teqeya hêzên ewlehî hate kuştin.

28ê Xermanana sala 1401`an a Rojî – “Fireydûn Mehmûdî” xelkê bajarê Seqizê, di dema kombûna nerizayetî li bajarê Seqizê de canê xwe ji dest da û bi sedema rêgiriya navendên ewlehî, di şevê de bi bê birêveçûna ti rêûresmekê, bi axê hate spartin.

28ê Xermanana sala 1401`an a Rojî – Piştî kombûna nerizayetiya li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”, roja Duşemî 28ê Xermanana sala 1401`an a Rojî, “Fuwad Qedîmî” kurê “Ebdullah” di dema kombûna nerizayetî li bajarê Dîwandereyê, bi dijwarî birîndar bibû û roja Çarşemî 30ê Xermananê li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê Sineyê, canê xwe ji dest da.

29ê Xermanana sala 1401`an a Rojî – “Fercad Derwêşî” temen 23 salî û kurê “Yûnis” xelkê gundê “Balav” ê ser bi bajarê Urmiyê, di dema kombûna nerizayetî di wî gundî de bi teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.

29ê Xermanana sala 1401`an a Rojî – Zekeriya Xeyal nûciwanê temen 16 salî yê xelkê bajarê Pîranşarê, di dema kombûna nerizayetî li wî bajarî de bi teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.