Çandina Marî Cuwana di Kirmanê de vedigeşe

20:44 - 10 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Nawendên Nûçegehaniyê ragehandin ku çandina Marî Cuwanayê di hewş û guldanên malan di Kirmanê de û herweha bikaranîna wê ji aliyê xekê vê deverê ve, bûye cihê nîgeraniya xelkê herêm û Îranê bi giştî.

Marî Cuwana ku bi navên “Elef, Giras, Wîd û Cûnît”ê jî tê naskirin, madeyeke ku him bi rengê Kesik û him jî bi rengê Gewir dest dikewe û, ji pelikên hişikbûyî yên giyayê Şadane tê berhemanîn û, bikaranîna wê jî, rasterast bandorê dixe ser mêjiyê kesê bikarhîner.

Eva di demekê de ye ku du sal berî niha hêzên Întizamî ên Îranê ragehandin ku, kêlgehek berhemanîna Marî Cuwanayê li bajarê “Mahan”ê hatiye kişifkirin ku, dikarî 60 kîlo Marî Cuwanayê berhem bîne.

Karbidestên leşkirî ên Kirmanê ragehandin ku, bajarê Kirmanê di warê bikaranîna madeyên hişber liser asta Îranê, di pileya 12’mîn de ye, lê di warê berhemanîna vê madeyî de, di rêza bajarên yekemîn de ye.