Can ji dest dana Şofêrik ji xelkê Pîranşar li Herêma Kurdistan de

21:25 - 1 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Şofêrik Kurd ji xelkê Pîranşar, li herêma Kurdistan de li sedem şevitîna maşîna bar hilgira xwede, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Înî, 11ê Rêbenda( 31 January), şofrêrê tankerik neft hilgir, bin navê Rehîm Sultanî, 30 salî, ji xelkê şarê Pîranşar, li sedem agir girtin û çevitîna ji ast derketî de, canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê Kurd li nêzî xala ser sînora Hacî Omer li xaka Herêma Kurditan de tûşî wê qewimiyê bûye û tê gotin ku Rehîm Sultanî, bi hegera sirê li naw maşîna xwede Piknîk hilkiriye û li sedem de maşîn û bi xwe jî li nawa agir de şevitîn.

Yekik ji şoferên wan tankerên raguhastina suxtenî bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; ev welatiyê Kurd bixwe xwediyê wê maşînê nebûye û wek şofêrê tankerê, karê raguhastina neftê ji Herêma Kurdistanê bi Îranê kiriye.

Her wisa ew jî got: em wê neftê ji şarê Hewlêr bi sinorên Efxanistan û Pakistanê dibin û nêzî 1 heyv dem pê diçe.

Gorekî statêstêka bi rêbiriya tirafîka Herêma Kurdistan, li roj nêzî 500 tankerên raguhastina petrol ji gumrika Hacî Omer de, çon-hatinê dikin.