Can ji dest dana bi şik ya lawik ji Civanro

19:28 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: termê lawik 29 salî yên ji Kurdê Civanro, ku bi darik darvekirî bû, hate peyda kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Sebah Rehman Zadê, kurê Yûsoxan, navê vî lawê Kurde ji xelkê Civanro, ku paşî 1 roj ji bêseroşûn bûna vî, termê vî bi darda kirî bi darik, hate peyda kirin.

Bi gotina welatiyan, Sebah , roja Pêncşema borî, xûya nekiriye û roja Înî, termê vî, ji aliyê xelkê de hatiye peyda kirin.

Tê gotin ku; ev lawê Kurd xwedî dezgirtî bûye û heya niha ron nebûye ku navbirî bi xwe xwekujî kiriye an bi destê kesên nenaskirî de, canê vî jê hatiye sitandin.