Çalduran û Pawe/Mirin û birîndar bûna du kedkarên Kurd

16:33 - 1 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: 2 Kedkarên Kurd li du bûyerên cûda de li bajarên Pawe û Çalduranê li dema kar de canê xwe li dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegîhaniya kurdpa, sibêdeya roja çarşemiyê berwar 31’ê Tîrmeh, Kedkarekî Kurd binavê Mehdî Qehremanlû temen 32 salî û xelkê bajarê Çalduranê, li kolana Besîc ya wî bajarî û li dema kar de li encama bûyera tirafîkê canê xwe ji dest da.
Mehdî Qehremanlû Kedkarê Şarewaniya bajêr û her wisa xwediyê jin û zarokan bû ku piştî gihîştin bi nexweşxaneyê seva birînên xurt canê xwe li dest da.

Heya dema gihîştina vê nûçeyê sebebkarê kuştina Mehdî nehatiye girtin.

Ji aliyek din çend rojan beriya niha Kedkarek Kurd yê binavê “Ebdul Hemîd Weysî”li dema kar de li bindava “Darîyan”ya ser bi bajarê Pawê dest û çavên vî tûşî şewatê bûn û niha di bin çavdêriya pizîşkî deye.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka îsal heya niha 24 Kedkarên Kurd li herêmên Kurd akicî yên Îranê li dema kar de cane xwe ji dest dane.

Her wiha li gor vê amarê 9 Kedkarên Kurd seva bûyerên kar birîndar bûne.