Çalakvanên sivîl ên Serdeştî Qutbedîn Sadiqî xelat kirin

21:14 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên sivîl ên Serdeştî, bi munasibeta çêkirina fîlmnameyeke şanoyî derbareya 28`ê Hezîrana (roja kîmyabarana Sereştê) ji aliyê Qudbedîn Sadiqî ve , ew xlat kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî 23`ê tîrmehê, çalakvanên sivîl li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, derhênerê Kurd ê fîlma şanoyî a “bêy te baştir” Qutbedîn Sadiqî, xelat kirin

Piştî bi dawîhatina şanoya “bêy te baştir” li hola Wehdet a Mahabadê, çalakvanên sivîl ên Serdeştî çûn ser dikê û tabloyek rêzgirtinê pêşkêş bi wî derhênerî kirin.

Qutbedîn Sadiqî di 28`mîn salvegera kîmyabara Serdeştê de,fîlmnameya teatroyî a bi navê “bête baştir” bi armanca piştevanîkirin ji qurbaniyên kîmyabarana Serdeştê ekran kirbû.

\"28256.jpg\"
Di beşek di wê şanoyê de, pirsgirêkên şerê 8 sale yên Îran û Îraqê, her wisa kîmyabarana bajarê Serdeştê a ji hêla Sedema Husên ve bi awayekî şanoyî hatibû nîşandan.

Dr. Qutbedîn Sadiqî sala 1952`an, ji Sineya rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê, wî bawernameya doktorî ji zanîngeha Sorbûn a Fransayê bi dest xistiye. Ew her wiha mamosteyê beşa teatro li zanîngeha hunerên xweşik li Îranê ye.

Wî 23 şano û 120 babetên lêkolînerî tomar kirin û zêdeyî 10 kurte fîlman jî berhem anîne.

Wêne: Mesûd Îspindar