Çalakvanên Sineyî tundûtîjiya li dijî jinan şermezar kirin

20:14 - 21 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Jinên Sineyî bi pêkanîna meşeke nerazîbûnê, di aramgeha vî bajarî de, ber bi pêşwaziya ji roja cîhanî ya nehêştina tundûtîjiyê li dijî jinan ve çûn.

Li gora vê rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Roja Pêncşemiyê aramgeha Bihêştê Mihemedî ya bajarê Sine, bibû cihê meşa bi dehan kesî ji çalakvanên berevankarê mafên jinan.

\"29035.jpg\"
Wan mijara kuştinên li ser namûsê, û bêhelwestiya nawendên hikûmetî şermezar kirin, ku di vê meşê de, ji bajarên Merîwan û Serwabadê jî çalakên mafên jinan beşdar bûn, û yek ji wan qurbaniyan bi bîr anîn, ku bibû goriyê tundûtîjiya li dijî jinan. Mehekê berî niha jinek bi navê Amine 25 salî di yek ji gundên Serwabadê de, bi tawana pêwendiya tevî mêrekî bîhanî hate kuştin.

Nûçegihanê Kurdpa di vî bajarî de ragehand ku beşdaran serdana mezarê Amine kirin û mezarê wê gulbaran kirin, û daxwaz kirin ku biryarder û bikerên kuştina Amine bêne cezadan, û yasayên dijî jin jî dibe bêne guherîn.

Ji 34 salan berî niha ve roja 25’ê Çiriya Paşîn a her salê ji aliyê NY ve, wekî roja cîhanî ya nehêştina tundûtîjiya li dijî jinan hatiye naskirin.