Çalakvanên medenî yên Kurd ji bo navendên îtila`atê tên gazîkirin

14:45 - 25 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Îranê, sê çalakvanên medenî yên bajarê Selemasê gazî û lêpirsîn ji wan kirine.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di hefteya derbazbûyî 29`ê Reşemehê de, sê çalakvanên medenî xelkên bajarê Selemas a girêdayî parêzgeha Urmiyê, yên bi navên “Mehmûd Cebarî”, “Emîn Cebarî” û “Hemdullah Karsaz” ji aliyê Navendên hikûmetî yên Îranê ve hatine gazîkirin.

Li gora gotina vê çavkaniya haydar, hêzên ewlehiyê ev sê çalakvanên medenî bi tometa hewldan ji bo lidarixstina rêûresma neteweyî a Newroza Kurdî gazî û binçav kirine.

Li gora gotina vê çavkaniyê, “Hemdullah Karsaz” piştî çend demjmêran lêpirsînê di heman rojê de hatibû azadkirin, lê ev du çalakvanên din heyanî niha jî di hepsî ne.

Di heyamên derbazbûyî de jî, di roja Duşemî 28`ê Reşemehê de Îdareya Îtila`ata bajarê Sine, pênc çalakvanên medenî yên wî bajarî yên bi navên “Muhsên Muradî”, “Arîvan Şakirî”, “Mêhran Mihemedî”, “Îrfan Sa`iidpenah” û “Salar Kazimî” gazî û lêkolîn digel wan encam dabûn.