Çalakvanên medenî bo îdareya bajarê Serdeştê hatine gazîkirin

20:10 - 15 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya gazîkirina çalakvanên medenî yên Kurd li bajarên Kurdistanê, îdareya îtila`ata bajarê Serdeştê, hejamrek li çalakvanên medenî yên wî bajarî, gazîkirin û lêpirsîn ji van kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya”Kurdpa”yê, di heyama hefteya derbazbûyî de, di berdewamiya komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî yên Luristanê, ji laiyê kempêyna bi navê “Zagros çavnihêrê me” hejmarek çalakvanên medenî yên bajarên Serdeşt, Nelas, Mîrava û Rebet, ji aliyê îtila`ata bajarê Serdeştê hatine gazîkirin û ji van re ragehandine da ku dawiyê bi vê kempêyna xwe bînin.

Ev kempêyna ji aliyê çend kesên xêrxwaz û çalakvanên medenî yên bajarê Serdeştê hatiye lidarxistin û îdareya îtila`atê jî pêşî li çalakiyên vê kempêynê ku bo komkirin û gihandina alîkariyan bo xelkê lehî lêdayê hatiye lidarxistin girtine.

Ji aliyekî din ve, banka Sadrata bajarê Serdeştê bi belavkirina hejmara hesabekê, daxwaz ji xelkê Serdeşt û deverên derdorê kiriye ku, li riya vê hesabê dikarin alîkariyan bo xelkê zirarberketî yên Luristanê bigihînin û piştire pêşî li hesabên van hevwelatiyan girtiye.

nûçeghanê Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li devê yek ji van hevwelatiyên bajarê Serdeştê ku nêzîkî 300 hezar Tûmenî wekî alîkarî bi xelkê zirar berketî yên Luristanê xistine ser van hesaba Banka Sadratê, û piştire hesabên van hevwelatiyan digel zêdey 15 kesên din daxistine.

Wî hevwelatiyê Kurd, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, zêdey 15 kes ji aliyê îdareya îtila`ata bajarê Serdeştê hatine gazîkirin û ev kesane ku seray 200 Hezar Tûmenî perê li hesabên xwe de hebûne, piştî çend demjmêran desteserkirinê ev azadkirine û herwisa gef ji çalakvanên medenî xwerine û hekî dawiy bi vê kempêynê neînin wê digel dadgehê rûbirû bin.