Çalakvanekî xwendekarî yê Kurd ji domandina xwendina xwe hate bêparkirin

21:10 - 21 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Zanîngeha “Peyamê Nûr” a bajarê Merîwanê pêşî ji xwendina xwendekarekî Kurd girt.

Li gor nûçeyên ku giheştine Nûçegihaniya Kurdpa, Dana Lencawayî xwendekarê Kurd û xwendekarê tirma 3’emîn a beşa aborî ya çandiniyê li Zanîngeha “Peyamê Nûr” a Merîwanê, ji dirêjîdana bi xwendinê hate bêparkirin.

Eva di halekî de ye ku navbirî 20 meh ji cezaya hepsa xwe di girtîgehê de derbaz kiriye.

Tê gotin, piştî hewldan bo navnivîsîn û hilbijartina madeyên xwendinê bo Tirma Payîzê, ji Dana Lencavaî re hatiye ragehand ku wî mafê domandina xwendinê tuneye.

Ev xwendekarê Kurd bi armanca hewldana bo navnivîsînê, serdana Zanîngeha “Peyamê Nûr” a bajarê Sine yê kiriye, lêbelê berpirsê vê zanîngehê ji wî re ragehandiye ku: “Pirsgirêka te li derveyî Îradeya me ye”.

17’ê Tebaxa îsal, Dana Lencawaî xwendekarê beşa aborî a Çandiniyê di zanîngeha “Peyamê Nûr” a Merîwanê de, û yek ji kesên naskirî yên tevgera xwendekarên Kurd li girtîgehê hatibû azadkirin.

Navbirî di 5’ê Befranbara 1392’an de hatibû girtin, û di dawiya îsla de jî cezaya 50 derbên Qamçiyan, bo navbirî hatibû birîn.

Dadweriya hikûmeta Îslamî a Îranê, Dana Lencawaî bi piropagende li dijî nîzamê tawanbar kiriye.

Berê jî navbirî di meha Nîsana 2013’an de, ji aliyê dadweriya Şoreş a bajarê Merîwanê bi sebeba çalakiyên xwendekarî û çandî, 5 sal cezaya “Te’izîrî” bi ser de hatibû sepandin.