Çalakvanekî xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê Polîsê Fetayê ve hate gazîkirin

17:57 - 29 Îlon 2020

Roja Sêşemî 8 Rezberê, “Aram Fethî”, çalakvanê medenî û xelkê bajarê Merîwanê ji rêya banghêjiyekê ve bo Polîsê Feta ya wî bajarî Hate gazîkirin.

Ew çalakvanê medenî di vê derheqê de ragihandiye: “Nêzî yek sal e ku ji ser dema belavkirina nûçeyeke “zarok azarî” yê temen 7 salî ji aliyê mêrekî temen 60 salî ji bajarê Merîwanê re derbas dibe; piştî belavbûna wê nûçeyê li ser torên civakî, malbata “A.R” mêrê 60 salî li ser min sikala tomarkiriye û niha dixwezin bi tohmeta belavkirina nûçeya nerast, dixwazin digel min “Aram Fethî” lêkolîn û dadgehî bê kirin.

Li gor wê banghîjiyê, “Aram Fethî” dibê demjimêr 10 sibêdeha roja Pêncşemî 10 Rezberê, xwe bi Polîsê Fetayê re bide nasîn.

Xezelwera sala 1398`an, ew çalakvanê medenî li derheq destdirêjî bo ser zarokekê ji aliyê Polîsê Fetayê ve hatibû gazîkirin.

Ew çalakvanê medenî roja Şemî 14 Befranbar heman salî ji aliyê Saziya Îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan binçavkirin bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.