Çalakvanekî Telegramê hate cezadan

16:09 - 19 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê sê sal cezaya hepsê ji bo çalakvanê Telegramê yê Kurd birî.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha “Ferox Ebdî” çalakvanê tora civakî a Telegramê yê xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya vî bajarî ve, sê sal hukmê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

\"\"Yek ji kesên nêzîk bi “Ferox Ebdî” ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: “Ev çalakvanê Kurd, birêveberê kanala civakî a Telegramê ya bi navê “Amanc” e ku bi tohmeta “piropagende li dijî hikûmetê” salek, û herwisa ji ber “bêrêzîkirina bi rêberê hikumeta Îranê” bi du sal hepsê hatiye cezakirin.

Ev cezayê hepsê bi awayê fermî ji vî çalakvanê tora civakî a Telegramê re hatiye ragehandin, û navbirî niha di girtîgehê de ye.

Birêveberê kanala Telegram ya “Amanc” di roja Şemî 26`ê Rêbendana sala derbazûyî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê di bajarê Qişmê de hatibû binçavkirin, û ev ji bo girtîgeha îtila`ata bajarê Urmiyê şandibûn.

Kanala Telegram a “Amanc” nûçeyên deverên Kurd lê akincî yên Îranê, rûmal dikir, û armanca rûmalkirina nûçeyan, “parastin û nasandina çand û wêjeya Kurdî” hatiye ragehandin.