Çalakvanekî siyasî ê Belûç piştî 4 sal zindan hat darvekirin

15:08 - 5 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê darvekirina çalakvanekî siyasî ê Belûç, bi destûra dadistanê bajarê Zahîdan a ser bi Sîstan û Belûçistana Îranê, birêve çû.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, zindaniy siyasî ê Belûç bi navê Cîhend Rîgî, doh bervar (4/1/2015)’an, li zindana navendî a Zahîdanê hat daliqandin.

Ew zindaniyê siyasî ê Belûç, (bê parêzer )li liqa 1’em a dadgeha Şoriş (Înqilab) a Zahîdanê, bi ser dozgeriya“Meglî” bi 10 sal cezayê girtin û bi dûre îdamê hatibû mehkûm kirin.

Tê gotin Rîgî di heyamê girtinê de bi awayên cur bi cur eşkence lêhatbûn kirin û bi çendîn car bo jorên take kesî hatbû veguhastin.

Ji destpêka sala 2014’an heya niha, herî kêm 90 haletên binpêkirina mafên mirovan (ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve) di deverên Belûçakincî de hatine dîtin. Di wî heyamî de 53 welatiyên Belûç li zindanên Îranê hatine bidarvekirin û 37 kesên din jî bi destûra navendên ewlekarî û qezayî, hatine binçav kirin.