Çalakvanekî olî di bajarê Bokanê de hate binçavkirin

18:48 - 10 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdanê, çalakvanekî olî yê bi navê “Ceifer Usafî” yê temen 30 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî çalakvanê olî û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî navbirî binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew çalakvanê olî bi sedema birêveberina kanalekî Telegramî a bi navê “pirs û bersiva şerîetî yên sinî mezheb û cimae`t” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Heya dema bilavkirina vê nûçeyê, lipeyketina malbata wî çalakvanê olî bo agehdarbûn ji qedera “Ceifer Usafî” bê encam maye.