Çalakvanekî olî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate serbestkirin

17:43 - 5 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 13`ê Xezelwerê, çalakvanekî olî yê sunî mezheb yê bi navê “Ebdulezîz Heyderpûr” temen 37 salî û xelkê gundê “Kehrêz” a ser bi bexşa Enzelê û rûniştiyê bajarê Urmiyê bi danîna barimteya yek milyard tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate serbestkirin.

Ew çalakvanê olî di benda telaş a bajarê Urmiyê de tûşî vîrûsa Koronayê bibû û piştî razandina navbirî di nexweşxaneyê de, roja Yekşemî 4`ê Xezelwerê carekî din bo benda Telaş a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Roja Pêncşemî 24`ê Rezberê, ew çalakvanê olî piştî bi dawî hatina heyama lêkolîna xwe bo benda Telaş a girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew çalakvanê olî nêzî 2 mehan berya niha bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatibû sepandin “endambûn digel girupên olî” bû.