Çalakvanekî olî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

17:07 - 26 Îlon 2020

Roja Pêncşemî 3`ê Rezber, “Ferşad Cehiş” çalakvanê Sunî Mezheb bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê Sunî Mezheb digel kesekî din yê bi navê “Hamid Elîmeşkwê” temen 36 sal û xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Ferşasd Cehiş”, piştî dawî pêhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarê hate veguhastin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê Sunî Mezheb de hatiye sepandin “alîkarî digel girûpên mezhebî” hatibû ragihandin.