Çalakvanekî medyayî bi 7 meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan

17:33 - 17 Çirriya pêşîn 2021

Îbrahîm (Şoreş) Şoriyanî, çalakvanê medyayî û birêveberê kanala “Pirse û Sersaxî” ya bajarê Baneyê bi awayekî amadenebûyî ji aliyê dadseraya giştî û şoreş a bajarê Baneyê ve bi 7 meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “çalakiyên propagendeyî li dijî hikûmeta Îranê ji rêya belavkirina wêne û nivîsînan li ser torên civakî” ceza daye.

Ew cezaye roja Sêşemî 20`ê Rezberê bi wî çalakvanê medyayî re hatiye ragihandin.

Dadseraya giştî û şoreş ya bajarê Baneyê li gor daxuyaniya îdareya Îtila`ata wî bajarî, ew cezaye bi “Îbrahîm Şoriyanî” re ragihandin.

Ev ceza dikare di heyama bîst rojan de ji roja agahdarkirinê ve, nerizayetiya xwe nîşan bide û piştî vê yekê di heman demê de dikare li derheq cezayê xwe li dadgehên pêdaçûnê li pey cezayê xwe bikeve û pêdaçûn bê kirin.