Çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sineyê hate binçavkirin

17:41 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Êvareya Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, çalakvanekî medenî ê Kurd yê bi navê “Ferdîn Muradî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser mala wî çalakvanê medenî û piştî vekolîna mala wî, navbira binçav kirin.

Ew çalakvanê medenî di meha Rezber a sala 1395`an de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi du sal hepsa te`izîrî hate cezadan, û bo girtîgeha Meraqeyê hate veguhastin.

Cezayê wî çalakvanê medenî piştî pêdaçûn li dadgeha pêdaçûnê bo salek hepsa te`izîrî hate hêmkirin û piştî bidawîhatina heyama hepsa wî, navbirî hatibû azadkirin.