Çalakvanekî medenî yê Kurd yê xelkê bajarê Şabadê hate desteserkirin

16:56 - 30 Kanûna pêşîn 2019

AjansaKurdpa: Li berdewamiya desteserkirina çalakvanên Kurd, çalakvanekî medenî yê din di bajarê Şabadê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 8`ê Befranbarê, “Sohrab Rehîmî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Şabad, bi bê hebûna destûra yasayî ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên îtila`atê êriş kirine ser mala wî çalakvanê medenî û dest avêtine bi vekolîna mala wî.

Herwisa hêzên îtila`atê, hindik tiştên kesî yên wî çalakvanê medenî yê Kurd bi xwe re birine.

Heya dema bilav kirina vê nûçeyê, ji sedema desteserkirina wî çalakvanê medenî yê Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.