Çalakvanekî medenî yê Kurd bo îdareya îtila`atê hate gazîkirin

20:48 - 15 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Çalakvanê medenî yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 23`ê Xezelwerê (14`ê Çiriya Paşîn), çalakvanê medenî yê Kurd, yê xelkê bajarê Seqizê û yê bi navê “Eyûb Cewanpûr”, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin, û lêkolîn jê kirine.

Hêzên îtila`atê, sebeba gazîkirina wî çalakvanê medenî, “tûjkirina mamostayan bo beşdarîkirin di gireva seranserî de” îlan kirine.

Ev çalakvanê Kurd piştî gazîkirin bo îdareya îtila`ata bajarê Seqizê, rastî gefên hêzên îtila`atê jî hatibû.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, hejmarek ji çalakvanên medenî bi tawana tûjkirina mamostayan bo beşdarîkirin di gireva seranserî ya mamostayan de, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatibû gazîkirin.

Xermanan îsal jî, îdareya îtila`ata bajarê Seqizê, ji riya telefonê “Eyûb Cewanpûr” bi sebeba piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê gefa destbiserkirinê jê xwaribû.

Herwisa di Sermaweza sala 1396`an de jî, ev çalakvanê Kurd bi tawana “beşarîkirin di civînên piştevanîkirin ji piroseya serbixweya Kurdistan, û têkdana ewlehiya giştî” ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê, 50 derbeyên qamçî û Yek milyon û 800 hezar Tûmen pere hatibû cezadan.