Çalakvanekî medenî li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:42 - 25 Nîsan 2021

Roja Şemî 4`ê Banemer, çalakvanekî medenî yê bi navê “Ferdîn Rehîmî” xelkê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li cihê karê xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Herwisa hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Ferdîn Rehîmî” de, hin ji keresteyên wî yên kesîn wekî telefona wî zevt kirine û digel xwe birine. 

Ew welatiyê Kurd piştî binçavkirina wî ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Di wê derheqê de, roja Şemî 4`ê Banemer, çar çalakvanên medenî yên bi navên “Mêhdî Seyfî”, “Etaullah Rizarebabî”, “Merziye Xulamweysî” û “Sîrwan Ebdullahî” yên xelkê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.