Çalakvanekî medenî li bajarê Sineyê hate binçavkirin

12:18 - 10 Gulan 2021

Şeva Şemî 18`ê Banemer, çalakvanekî medenî yê bi navê “Elî Elahweysî” xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Hêzên ewlehî ew çalakvanê medenî di nav bazara Sineyê de girtine û piştre ew bo ciheke nexuya veguhastine.

Elî Elahweysî, parêzerê mafê destfiroşên bajarê Sineyê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser navbirî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.