Çalakvanekî medenî di bajarê Kamyaranê de hate binçavkirin

18:50 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Duşemî 9`ê Tîrmeh, “Osman Rehîmîfer” çalakvanê medenî û endamê grûpa çiya gerî a “Raman”, xelkê bajarê Kamyaran ê, ji aliyê hêzên ewlehê yê ve hate binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî piştî binçavkirin bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Sineyê hate veguhastin.

Di heyamê çend rojên derbas bûyî de, ew çalakvanê medenî di peywendiyekî tilifonî digel malbata xwe, bas ji binçavkirin xwe di girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Sine yê kiriye.

Heya niha ti zanyariyek ji hegera binçavkirina wî çalakvanê Kurd di ber dest de nîne.