Çalakvanekî Kurd hate desteserkirin

21:12 - 20 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê li bajarê Sine êrîşî ser mala bavê çalakvanekî Kurd kirin, û ew desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Rêbendanê, çalakvanê Kurd yê xelkê bajarê Sine yê bi navê “Efşîn Şixûll Îslamî Wetenî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

“Nêgîn Şêx el-Îslamî Wetenî” xwişka wî çalakvanê Kurd di gotûbêja li gel “ Kanala Mafê Mirof a Kurdistan” ê dazanîn, 5 wezîfedarên ewlehiyî bi destûra dadgehê ya desteserkirina birayê min, ketine nav male, û piştî vekolîna male, ew desteserkirin, lê heya niha jî nizanin ew wezîfedarane girêdayî çi navendekê bûne, şopandin û pêdagîriyên malbata wî hevwelatiyê Kurd, bo agehdarbûna derheq çarenivîsa kurê xwe, bê encam bûye.

Herwisa navbirî tekez jî kirk u, Efşîn bi sedema neasxbûna dêvû bavê xwe ku tenê bûn li Amerîkayî wegeriyabû welat, lê serbarê wê ku bo çend caran hatibû desteserkirin lê, ev çend salin ku dev ji çalakiyên siyasî berdaye.

Di heyama salên borî de,” Efşîn Şêx El-Îslamî Wetenî” çendîn caran bi sedema encamdana çalakiyên siyasî bo navendên îtila`atê hatibû gazîkirin, û heya niha sê caran jî hatiye desteserkirin.