Çalakvanekî Kedkariyê hat binçavkirin

22:14 - 9 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî kedkariyê xelkê bajarê Sine bu ji bo îdareiya îstixbarat a wî bajarî hatibû gazîkirin, piştre jî hate binçavkirin.

Li gora nûçeya gihîştî ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 17`ê Banemerê, çalakvanekî kedkariyê û herwisa endamê sindîkaya demsalî û avahiyên bajarê Sine yê bi navê, “Armîn Şerîfzade” ji bo îdareya îstixbarata vî bajarî hatibû gazîkirin û piştre jî ev binçav kirine.

Herwisa çavkaniya haydar di vê derheqê de,gotiye ku sedema gazî û binçavkirina vî çalakvanê kedkariyê nezelal e, û heyanî belavbûna vê nûçeyê jî ji cih û çarenivîsa wî çalakvanê kedkariyê tu zanyariyek ber dest nîne.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 11`ê Banemerê, du çalakvanên kedkariyê yên bi navên “Yedullah Semedî”, berpirsê sindîkaya kedkarên Xebazî a bajarê Sine û “Emîr Şehabî”, berpirsê sindîkaya kedkarên Xebaz,jî ji aliyê hêzên ku kincên wan şexsî bûn hatibûne binçavkirin û ji bo cihekê nediyar hatibûne veguhestin.