Çalakvanekî edebî li bajarê bokanê bi du sal heps hate cezadan

16:50 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Taya 101 ya dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê, çalakvanek edebî yê Kurd bi du sal heps ceza da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 20`ê Sermawezê, “Simko Me`rûfî”, çalakvanê edebî yê xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê taya 101 ya dadgeha keyferî ya wî bajarî ve bi 2 sal heps hate cezadan.

Dadgeha bajarê Bokanê bi tohmetên “têkdana nezma giştî, beşdarîkirin di kombûna nerizayetiyên piştevanî li Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên jîngehparêzî”, ew cezaye di ser wî welatiyê de sepandin.

Roja Sêşemî 23`ê Rezberê, “Simko Me`rûfî” digel sê çalakvanên edebî yên xelkê bajarê Bokanê bi navên “Jakaw Îsmaîlpûr, Humen Feyzî û Şaho Xizrî” ji aliyên hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Ew çar çalakvanên Kurd piştî kombûna nerizayetiyên bo piştevanîkirin li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Bokanê ve hatine desteserkirin û piştre bo lêkolînkirinê, bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê veguhastin.

“Simko Me`rûfî” piştî veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî li girtîgehê hatibû azadkirin.