Çalakvanekî din yê medenî li bajarê Sineyê hate binçavkirin

18:18 - 25 Nîsan 2021

Roja Şemî 4`ê Banemerê, çalakvanekî medenî yê Kurd yê bi navê “Etaullah Rizarebabî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Ew çalakvanê medenî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

“Etaullah Rizarebabî”, endamê kempêna “Jiyaneweya Kurdistanê” ye.

Di wê derheqê de, roja Şemî 4`ê Banemerê, 2 endamên din yên kempêna “Jiyaneweya Kurdistanê”, yên bi navên “Merziye Xulamweysî” û “Sîrwan Ebdullahî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Etaullah Rezarebabî” de hatiye sepandin ti zaniyaryek ji ber dest de nîne.