Çalakvanekî çandî yê Kurd hate binçavkirin

13:10 - 24 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Çalakvanê çandî ê Kurd xelkê bajarê Şîrwan a ser bi parêzgeha Xurasanê hate binçavkirin, û ev ji bo derbazkirina heyama hepsa xwe ji bo girtîgeha bajarê Bîrcendê şandine.

Li gorî nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, çalakvanê çandî ê Kurd yê bi navê “Nûrmihemed Nadirî” naskirî bi (Erdelan Efşar) temen 55 salî xelkê bajarê Şîrwan a ser bi parêzgeha Xorasanê, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hate binçavkirin, û ji bo derbazkirina heyama hepsê ku jê re birîne, bo girtîgeha bajarê Bîrcendê şandine.

Ev çalakvanê çandî yê Kurd, bi tometa “têkdana bîr û boçûnên giştî, bangeşekirina xelkê ji bo serîhildan û şoreşê li dijî hikûmeta Îranê, pêwendî digel Kurdên bajarê Urmiyê, pêwendî digel Partiyên Kurd yên opozisyon û hewldan ji bo rakirina xelkê ji bo şoreşê, û pêwendîgirtina digel Kurdan ji riya muzîk û stranên Kurdî” yek sal cezaya hepsê jê re birîne.

Piştî vê ku ev çalakvanê çandî ê Kurd, ji bo heyama 10 rojan di îdareya Îtila`at a bajarê Bîrcendê de lêpirsîn jê hatibû kirin, dadgeha Şoreşê ya vî bajarî roja Yekşemî 20`ê Cozerdanê, biryara binçavkirinê ji bo navbirî derkiribû.

“Nûrmihemed Nadirî”, birêveberê “kanala Telegram” ya bi navê (Koma Muzîk)ê bûye, ku zêdeyî 40 hezar endamê wê hebûne, kilîpên stranên hûnermendên Kurd yên her çar parçên Kurdistanê belav dikirin.

Vî çalakvanê candî ê Kurd, ku tûşî nesaxiya “cerg” bûye, çendîn caran ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye binçavkirin û lêpirsîn jê hatiye kirin.