Çalakvaneke Kurd hate desteserkirin

16:12 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Çalakvaneke kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên Îtla`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî rapora ku gehiştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 5`ê Gelawêjê, hêzên Îtla`atê bi êrişkirin liser mala çalakvaneke medenî a kurd, ya bi navê “Perwîn Edwayî”, û navbirî desteserkirin.

Hêzên îtla`atê piştî vekolîna mala wê, ew çalakvana medenî bo ciheke nexûya veguhastin.

Perwîn Edwayî, di heyama çend salên derbasbûyî de, di biyavî jinan û zarokan û jîngehparêzî li bajarê Merîwanê de, çalakî hebûye.

Ji aliyekê din ve “Cehfer Pekend” welatiyê bajarê Bokanê di girtêgeha îdareya îtla`ata bajarê Urmiyê de, di jêr lêkolînê de ye.

Ew welatiyê kurd, roja 19`ê Pûşperê, ji aliyê hêzên îtla`atê ve, bi tohmeta alîkarîkirin di gel yek ji Hizbên Kurdî yên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” hate desteserkirin.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Şapûr Sofîzade” welatiyê kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, bi tohmeta alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê, roja 9`ê Pûşpera îsal, ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha pasdaran ve hate desteserkirin.

Roja Duşemî, 7`ê Gelawêjê, di girtîgeha îtla`ata Spaha Pasdaran de, li bingeha “El-Mehdî” a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.