Çalakvaneke çandî a Kurd bi neçarî Îran terikand

16:04 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Zext û givaşên navenda Îstixbarat (Îtilaat)a Sine li rojhilatê Kurdistanê bi ser çalakvaneke Kurd a wî bajarî, ew neçar kir daku dev ji welatê xwe berde û penaber bibe.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, welatiya kurd a bi navê gelavêj Eyûbî ku rûniştvana Sineya rojhilatê Kurdistanê bû, bi sedema zerxtên hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îranê (bi neçrî) dev ji mal û milkî xwe berda û koçberî derveyî wekat bû.

Wê çalakvana Kurd di peywendiyeke telefonî de ligel ajansas kurdpa , sedema koçberbûna xwe, zextên hêzên ewlekarî yên Îranê û givaşên ewlehî destnîşan kir.

Navborî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de amaje bi vê yekê jî kir: “Du car bi navenda ewlekarî a Sine ez hatibûm vexwendin û wan berdewam gef li min dixwarin.”

\"28266.jpg\"
Gelavêj Eyûbî
Eyûbî di dawiya axavtinên xwe de ji ajansa kurdpare got: Nîqaşkirina li ser pirsa terorîzm û agahîdan vê derbare yê de, şerê Kurd li gel terorê bo gehîştin bi armancên netewî, her wiha agahdarkirina zarokan li ser pirsên milî , ji sedemên sereke yên zextên navendên ewlekarî bi ser xwe daye xuyandin.

Gelavêj Eyûbî li Encûmena “Avîz Parêz”, bi armanca parastina jîngehê çalakî dikirin. Ew jina ciwan endaziyar û endama Encûmena Afrînerên Îranê bû ku niha li derveyê wî welatî jiyan dike.