Çalakvaneka mafên jinan li Sine a Rojhelatê Kurdistanê hat girtin

14:36 - 27 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Çalakvaneka mafên Jinan li bajarê Sine, ji aliyê hêzên bi kincên şaxsî ên ser b i wezareta Agahî ( Îtilaat) a Îranê ve hat binçavkirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa,hêzên bi kincên şaxsî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, jineke bi navê“Menîje Sadiqî” li bajarî Sine girtin.

Menîje Sadiqî ku ji çalakvanên mafên zarok û jinan e, roja Çarşemî 26’Çiriya Paşîn a 2014’an (li mala xwe), ji aliyê hêzên ewlekarî ên bi libasên şaxsî ve, hat binçav kirin.

\"23326.jpg\"
Menîje Sadiqî sala 2010’an jî bo heyamê 3 meh û reojekî bi cezayê girtinê hatibû mehkûmkirin
Bi gotina şahîdan, dema binçav kirina wê çalakvana mafên zarok û jinan de, hêzên ewlekarî ên bi cilûbergên şaxsî, ji mala wê vekolîn û lêgerîn kirine.

Tê gotin hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê dema vekolîna malê de, komek pirtûk, kelûpelên şaxsî û herwiha kampyotêr û telefona destî a Menîjê û zarokên wê jî ligel xwe birin.

Menîje Sadiqî bi tometa têkdana ewlekariya giştî ji riya encamdana çalakiyên siyasî ve, 91’ roj cezayê girtinê jêre hat pesend kirin.

Heya dema bilav bûna vê nûçyê, tu zaniyariyek derbareya cihê veguhastina Menîje Sadiqî bi dest neketiye.